Artêşa Niştimanî kombûnên çeteyên Sûrî dike armanc

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê kombûnên çeteyên Sûrî yên girêdayî dewleta Tirkiyê li bajarê Sêrtê kir hedef û hejmerke çete hatin kuştin.

Yek ji fermandarên Artêşa Niştimanî Xalid El-Mehcûb ragihand ku hêzên wan karewaneke leşkerî ya çeteyên Sûrî li derdora Sêrtê kir armanc û hejmarke çete hatin kuştin.

Li gorî Artêşa Niştimanî di êrîşeke asîmanî ser çeteyan Sûrî, çeteyê bi navê Samir El-Etreş El-Mukene û hejmareke din li rojavayê bajarê Sêrtê hatin kuştin.

Tirkiyê piştgiriya hikûmeta Wîfaqê ya ixwanî didomîne

Hatibû ragihandin jî ku çeteyên hikûmeta Wîfaqê bi desteka fermandarên artêşa Tirk mayînan li rojavayê bajarê Sêrtê diçînin.

Beriya niha rayedarên Tirk ragihandibûn ku wan yekîneyên pispor yên çandina mayînan şandine Lîbyayê.

Duh jî Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ragihandibû ku li gorî tifaqa wan bi dewleta Tirk re, pireke asîmanî di navbera wan de hatiye avakirin.

Li gorî wê 13 balafirên Tirkî yên veguhestinê gihiştin balafirgeha Misratayê.

Back to top button