Dêrazor-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê panelek li dar xist

Meclisa Partiya Sûriye Pêşeroj a Dêrazorê duh panelek li dar xist.
Tê de êrişên dagirkeriya Tirk û rewşa jiyana asayî li herêmên hikumeta Şamê nîqaş kirin.

Endamên Meclisê, endamên Meclisa Ermen û nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya beşdarî panelê bûn.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Samir El Şemrî di panelê de axivî û got :

“Rewşa aborî li herêmên hikumeta Şamê bûye sedem ku hêmanên jiyanê peyda nebin.”

El Şemrî hêvî kir ku her kes piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin.

Beşdaran gelek pêşnûme nîqaş kirin

Ji wan :

“Xurtkirina eniyên şer ên hundirîn..

Li hember gendeliyê têkoşîn were meşandin..

Rewşa jiyanî li herêmê were pêşxistin.”

Back to top button