Îbrahîm Elqeftan: Erka xweparastinê erkeke exlaqî ye, ne bi zorê ye

Serokê Partiya Sûriya Pêşeroj Îbrahîm El-Qeftan da zanîn ku erka xweparastinê erkeke exlaqî ye, nîştîmaniye li her welatê heye, ne bi zorê ye, hin aliyên dixwazin tevliheviyê derxînin vê yekê bikartînin.
Pirsgirêka di Minbicê de rûda, divê bi guftûgoyê çareser bibe da ku derfet ji kes û aliyên dixwazin ewlehiya heremê xirab bikin neyê danîn.

Di çend rojên dawîn de li bajarê Minbicê, di encama bertekên têkildarî Erka Xweparastinê de, hewildanên derxistina tevliheviyê çêbûn.

Aliyên siyasî û civakî ev yek wek hewldaneke bo têkbirina aramiya herêmê û pêkanîna siyasetên derve bi nav kir.

Têkildarî mijarê, Serokê Partiya Sûriya Pêşeroj Îbrahîm El-Qeftan ji ajansa Hawarê re axivî û got:

“Erka Xweparastinê erkeke exlaqî ye, erkekî nîştîmaniyê, li herderê welat heye, ne bi zorê ye, armanc jê parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûryê ji çavnebarên mîna hikumeta Sûriyê, dagirkeriya Tirk û çeteyan.

Bûyerên dawîn ên li Minbicê rû da, heman bûyera di encama biryara 119’an de derket, tîne bîrê, ku dema xwepêşanderan nerazîbûna xwe nîşan da, hin aliyan xwestin tevliheviyan derxin.

Di encamê de Rêveberiya Xweser nêrîna gel ber bi çav bir, ev jî tê wateya ku Rêveberî bi erînî û neyîniyên xwe ve, gel esas digire.”

Her wiha Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku amadebûna şêx, rûspî û rewşenbîran bi Rêveberiya Xweser re, tê wateya ku pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin, bêyî ku xwîna gel bê rijandin.

El-Qeftan bal kişand ser mafê xwepêşandanê û wiha got:

Xwepêşandan dirust in, lê rêbazên derketina wan şaş in, ji ber wê ne her biryareke Rêveberiyê derkeve, divê rastî xwepêşandanê were, lê belê divê guhertin bi nîqaşê pêk were.

Serokê Partiya Sûrya Pêşeroj di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên Minbicê kir ku hev du qebûl bikin, û di wê baweriyê de bin, ku ne bi erka xweparastinê be, em ê nikaribin parastina xaka xwe bikin.

Back to top button