Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê konê sersaxiyê veda.
Li bin kon peyama berdewamkirina berxwedana li dijî êrişan û parastina destketiyan hate dayîn.
Li helebê jî sersaxî ji malbatên şerhîda re hat xwestin.
Konê sersaxiyê li qada agirkujiyê ya li Reqayê hate vedan.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana konê sersaxiyê kirin.
Li bin kon kesên axivîn diyar kirin ku ev êriş wan lawaz nake û hate gotin:
“Hewl didin îradeya me bişkînin û projeya me têk bibin, lê bi hevgirtina gelên herêmê û berxwedana şervanên me wê ev êrişên wan têk biçin.
Ev êrişên bi balafirên şer û yên bêmirov sûc in ku li ber çavên cîhanê û dewletên garantor têne kirin.
Di dawiyê de beşdaran diyar kirin ku ew ê heta serkeftinê Li ber xwe bidin û destketiyên şoreşa xwe biparêzin.
Li Helebê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
Li Helebê jî merasîma Sersaxiyê hebû.
Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Helebê ber bi konê sersaxiyê yê şehîd Rêzan û Şehîd Cendirê ve herikîn.