Îsraîl navendeke tenduristiyê ya Hizbûllahê kir armanc

Êrîşên du alî ya di navbera Îsraîl û Hizbûllahê de li ser sînorê Lubnanê didome.
Hizbûllahê ragihand ku Îsraîl li başûrê Lubnanê li dijî Saziya Tenduristiyê ya Îslamî êrîş pêk aniye.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî da zanîn ku di êrîşê de yek ji bijîşk du kes hatiye kuştin.
Li aliyê din Hizbûllah li Kiryat Şimona ya Celil a Jorîn dimîne bi roketan bersiv da.

Îsraîlê, li başûrê Lubnanê “Saziya Tenduristiyê ya Îslamî” yê girêdayî Hizbûllahê kir armanc.

Di vê êrîşê de di nav de bijîşkek 2 kes hatin kuştin.

Hizbûllahê derbarê êrîşê de wiha got:

“Êrîşeke eşkere ya li dijî navendeke ku xizmeta sivîlên Lubnanî dike ye.”

Wezareta tenduristiyê ya Lubnanê êrîş şermezar kir

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê êrîşên rasterast a li dijî navenda Saziya Tenduristiyê ya Îslamî hatiye kirin şermezar kir.

Wezaretê da zanîn ku di êrîşê de du kes mirine û hejmarek zêde birîndar bûne.

Wezarêtê di daxuyaniya xwe de diyar kir li dijî saziyên tenduristiyê ne êrîşeke nû ye, berê jî gelek caran li dijî navendên tenduristiyê êrîş hatiye kirin.

Hizbûllah li kiryat şimonayê êrîş pêk anî

Li aliyê din Hizbûllahê li Kiryat Şimona ya Celil a Jorîn dimîne bi roketan bersiv da.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku ji Lubnanê li dijî Kiryat Şimonayê nêzî 30 roket hatin avêtin.

Li sînorê Lubnanê ji 8’ê Cotmehê ve 15 Îsraîlî hatin kuştin

Televîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê derbarê pevçûnên artêşa Îsraîl û Hîzbûllahê de agahî da.

Li gorî nûçeya televîzyonê li sînorê Lubnanê ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve 11 leşker û 4 sivîl bi giştî 15 Îsraîlî hatine kuştin.

Hat ragihandin Hizbûllahê li dijî Îsraîlê balafirên bê mirov, guleyên tanksavar û moşekan bikaraniye.

Her wiha Hizbûllahê berpirsyariya 670 operasyonan girtiye ser xwe.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ji ber pevçûnan 61 hezar kesên li nêzî sînor dijîn cih û malên xwe terikandine.

Li gorî nûçeyê di pevçûnan de 159 endamên Hizbûllahê hatine kuştin.

Di nûçeyê de hat gotin ji hezar zêdetir endamên Yekîneyên Ridvan a Hizbûllahê li ser heremên sînor hene ku ev gefê li ser xelkê bakur çêdike.

Back to top button