Li herêmên hikûmeta Şamê 72 kesên din bi Coronayê ketin

Herî dawî li herêmên Hikûmeta Şamê jî 72 rewşên din yên vîrûsê hatin dîtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê mirina kesekî û pêketina 72 kesên din bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Wezaretê her wiha diyar kir ku 21 kes jî ji vîrûsê rehet bûne.

Bi van daneyên nû re, heya niha li herêmên Hikûmeta Şamê hezar û 327 kes bi Coronayê ketine, ji wan 385 baş bûne û 53 jî mirine..

Back to top button