Gerîlayan li Metîna û Xakurkê derbên giran li dagirkeran dan

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin.
Di çalakiyên li Zap, Metîna û Xakurkê de, 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
Her wiha derb li 5 çeper û 2 kontey-niran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagrikeriyê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê:

HPG: 14 Dagirker hatin cezakirin

Li herêma Metîna 9 û 11’ê Çile gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li çeperên dagirkeran xistin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

10’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran dan.

Bi vê awayî liv û tevgera dagirkeran a ji bo derbasî qada gerîlayan, ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve, hate rawestandin.

Her wiha di çalakiyeke sekvaniyê ya li heman cihî de, dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkeran bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakiyeke serdegirtinê ya ji 3 baskan ve hate lidarxistin.

Di çalakiyê de, 11 dagirker hatin ceza kirin, 4 çeper, 3 sîstemên kamera yên mobesse û sîstemeke radarê bi temamî hate îmha kirin.

Her wiha derb li 2 konteyniran hate xistin.

HPG’ê diyar kir ku li ser çalakiyê careke din faşîzma dewleta Tirk rastî ji raya giştî veşartiye û li cihê 11 dagirkeran, tenê navê yekî eşkere kiriye.

Li Herêma Xakurkê; 10’ê Çileyê li Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

11’ê Çileyê li Girê Şehîd Kamûran destpêkê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, piştre jî bi çalakiya koordîneyî ya gerîla derb li dagirkeran hate xistin.

Di encama vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin 2 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 çeperan hate xistin.

HPG’ê dazanîn ku 8’ê Çileyê li dijî çeperên wan yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê a herêma Zapê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Her wiha ji 9 heta 11’ê Çileyê ve artêşa Tirk a qirker bi dehan carî bi balafir û çekên giran herêmên Metîna, Zap, Xakurkê bombebaran kiriye.

Gerîla li Girê Cûdî yê Zapê li dagirkeran da: Gelek leşker hatin kuştin

Back to top button