HRW: Tirkiyê binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêran kir

Rêxistina HRW’ê di raporeke xwe de diyar kir ku koçberkirina penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyê û wêrankirina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê der-qanûnî ye.
Her wiha îşaret bi kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî sûriyan kir.

Human Rights Watch HRW di raporeke xwe de diyar kir ku sala 2023’an li ser sûriyê saleke tijî binpêkirin bû ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk pêk anîne.

Welat di aloziyeke aborî ya tengav re derbas bû û ji sedî 90’ê sûrî di bin xeta xizaniyê de ye.

Di dewama raporê de rêxistinê got:

“Tevî ku Sûriye hîna ne ewle ye û şer di asta herî jor de dewam e, lê dewletên mîna Tirkiyê bi awayekî derqanûnî bi hezaran penaberên sûriyeyî ji Tirkiyê koçberî Sûriyê dike.

Cîgirê Gerînendetiya Rojhilata Navîn a HRW’ê Adem Coogle ev tişt got:

“Li gel hilweşîna aborî, erdheja wêranker, binpêkirinên domdar ji aliyê aliyên şer ve, pêwîstiya sivîlan li Sûriyê bi parastinê û alîkariyên mirovî zêdetir dibe.

Mademe şert û mercên vegerê ne guncaw in, divê tu dewlet penaberên sûriyeyî venegerîn e.

Gerînendeya rêveber ya HRW’ê Tirana Hassan jî anî ziman:

“Encamên mezin ên 2023’an, ne girêdayî çewisandina mafên mirovan û pêkhatina sûcên hovane ên şer in, lê belê girêdayî derbirîna hikumetan e ku bi kêfa xwe helwestên şermezarkirinê nîşan didin û girêdayî dîplomasiya lihevkirinê ava bûye.

Li gorî raporê, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, hêzên ewlehiyê tengavkirina şêniyan domandin.
Penaberên vedigerin digire, îşkenceyê li wan dike û şantaj dike.

Di raporê de rêxistinê îşaret bi kiryarên dewleta Tirk a dagirker jî kir ku hêzên çekdar ên Tirkiyê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, di encamê de binesaziya stratejîk wêran bû, av û kehrebe ji ser bi milyonan kesî qut bû.

Back to top button