Telat Yunis: Rêveberî hewl dide rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne

Rêveberiya Xweser tedbîrên ku ji bo sivikirina encamên Qanûna Qayser girtine zêde kirin û projeyên piçûk pêş xistin. Rêveberiyê dest bi vekirina navendên frotina pêdivîyên jîyanî yên bingehîn kirine. Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telal Yunis destnîşan kir ku bi vê projeyê wê hevsengiyek di nav sûkan de çêbibe û rê li pêşiya keysbaziyê bigire.

Piştî ku qanûna Qayser ket meriyetê, aloziyek aborî ya mezin çêbû. Lîreyê Sûriyê li beramberî dolar nirxê xwe winda kir.

Ev Qanûn, tevî ku aliyên sereke yên Hikumetê dike armanc, lê gelê Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî pê bandor dibin.

Ji bo sivikirina encamên Qanûna Qayser, Rêveberiya Xweser gelek tedbîr girtin.

Destpêkê şaneyek krîzê ava kir da ku piştgiriya projeyan taybet yên çandinîyê bike.

Hilberîna genim bi 17 sentan ji cotkaran kirî û mûçeyên karmendan hatin zêde kirin.

Rêveberiyê, li Amûdê, Dêrik û Dirbêsiye dest bi vekirina navendên frotina pêdivîyên jîyanî yên xwarinê kiriye û hewl dide van navendan li bajar û navçeyên din ên herêmê veke.

Rêveberî wê tevahiya tiştên pêwîst bi bihayê lêçûnê ji wan navendan re peyda bike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê û endamê şaneya aloziyê Talat Yunis diyar kir ku rêveberî bi vê gavê re wê hevsengiyê di nav sûkê de çêke û rê li pêşiya keysbaziyê bigire.

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê jî, wê kalîteya nanê firinan baş bike, parên firina ji ard zêde bikin û firinên nû vebike.

Telat Yunis da zanîn ku bihaya kîloyê nan a ku bi 200 lîre tê frotin naguherînin.

Rêveberiyê projeyên demkî ji bo derbaskirina pirsgirêka qutbûna kehrebeyê bi rêya ceneratoran danîne.

Komîteyên Şaredariyan û Meclisa bajaran jî dê çavdêriya vê xebatê bikin.

Telat anî ziman ku buroya Enerjiyê wê desteka pêwîst bidin xwediyên ceneratoran da ku kehrebe peyda bibe û çavdêriya bihayê ampêran bike.

Li gorî Endamê şaneya aloziyê, Rêveberiya Xweser Kelûpelan ji derveyî herêmê neyne, projeyên piçûk di warên çandinî û sewalkariyê de wê pêş bixîne.

Back to top button