Emîne Omer: Ji ber qebûlnekirina çareseriyê qanûn, hat ferzkirin

Hevseroka MSD’ê Emîne Umer destanîşan kir ku sedema sereke ya ferzkirina Qanûna Qeyser, ew e ku hikumeta Şamê tu çareseriyek siyasî qebûl nake. Emîne destnîşan kir ku bi diyaloga Sûrî-Sûrî wê alozî çareser bibe Sûriyeke demokratîk û nenavendî bê avakirin.

“Sedema sereke ya ferzkirina Qanûna Qeyser, serhişkiya hikumeta Şamê ye.. ji ber ku çareseriya siyasî qebûl nake..”

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer bi van gotinan, sedema rewşa welêt ya niha anî ziman.

Emîne Omer destnîşan kir ku ev ceza wê li ser hikumeta Şamê zextekê çêbikin, û aboriya Sûriyê hilweşîne.

Li gorî Emîne, dibe ku hikumeta Şamê daxwazên Amerîka qebûl bike û derbasî çareseriya siyasî bibe û ji bo ku li gorî biryara qanûna 2254 ya navneteweyî aloziya Sûriyê çareser bibe.

”Rêya herî baş ji bo çareseriyê diyaloga Sûrî-Sûrî ye”

Hevseroka MSD’ê da zanîn ku rêya herî baş ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyaloga sûrî-Sûrî ye û got:

“Divê ev diyalog bi tevlibûna tevahiya çînên civaka Sûriyê, bi hikumeta Şamê û aliyê din re pêk were.
Bi diyalogê, em dikarin hêviyên gelên Sûriyê pêk bînin û Sûriyeke demokratîk ava bikin.
Em hertim banga vedîtina çareseriyekê ji aloziyê re dikin.”

Emîne Omer destnîşan kir ku veguherîna demokratîk, ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê ye û wê rûpelek nû ji bo amadekirina destûrek nû veke ku mafên pêkhateyan di Sûriyeke demokratîk û nenavendî de misoger dike.

Back to top button