“Divê hêz û aliyên siyasî, sînorekî ji dagirkeriyê re deyînin”

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û bombebarana li dijî Başûrê Kurdistanê zêde kiriye. Bertekên gel û aliyên siyasî yên li dijî êrîşan jî zêdê dibin.
Nûnerên partiyên siyasî û saziyan bang li hikûmeta başûrê Kurdistanê û ya Iraqê kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.

Endamê Polîtburoya Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê Nehro Alayî diyar kir ku nabe partî û aliyên siyasî, tenê di çarçoveya daxuyaniyan de êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin.

Neho Alayî got:

“Divê partî û aliyên siyasî, çalakiyên xwe biguhêrin û zêdetir bikin. Pêwîst e hemû hêz û aliyên siyasî bi piştgiriya hikûmeta Başûrê Kurdistanê hewl bidin ku ji bo dagirkeriya dewleta Tirk sînorekî deyînin. Heke sînorek jê re neyê dayîn, wê herêm bikeve bin metirsiya herî mezin.”

“Êrîşên Tirkiyê, li dijî xak û neteweya Kurd e”

Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Ebdulah Wertî jî bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk û da zanîn binpêkirineke mezin a li dijî xak û neteweya Kurd e.”

Ebdulah Wertî wiha got:

“Divê tevahî partî li dijî dagirkeriya demdirêj a dewleta Tirk, bi erka xwe rabin û helwesteke yekgirtî nîşan bidin.”

Çalakvanên Civaka Sivîl: Plana Tirkiyê, dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê ye

Çalakvanên Civaka Sivîl, Jîngehparêz û parêzerên Hewlêrê jî, êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kirin.

Çalakvanên Civaka Sivîl da xuyakirin ku, zêdeyî 30 salan e destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûr dewam dike. Tirkiye, bi behaneya PKK’ê êrîşî Başûr dike. Ev behane, pir lawaz e, ji ber ku plana wê, dagirkirina hemû herêmê ye.

Çalakvanê Jîngehê: Tirkiye, ziyaneke mezin gihandiye herêmê, gelek dar û candar tarûmar bûne

Çalakvanê Jîngehê Aso Şikak da zanîn ku dewleta Tirk, ziyaneke mezin gihandiye jîngeha herêmê. Bi hezaran dar û candar tarûmar bûne.

Aso Şikak ji bo parastina jîngehê ev bang kir:

“Divê Tirkiye, êrîş û topbaranan rawestîne, ji ber ku têkçûna jîngeha Başûrê Kurdistanê, têkçûna jîngeha Tirkiyê ye.”

Parêzer Herêm Refet: Pêwîste hikûmeta Başûr û ya Iraqê xwedî nêrîn û helwesteke zelal bin

Parêzer û çalakvanê siyasî Herêm Refet diyar kir ku divê hikûmeta Başûr û ya Iraqê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî nêrîn û helwesteke zelal bin.

Back to top button