
Li Serêkaniyê ya dagirkirî şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên Hemzat û Sultan Murad de berfireh bû.
Çavkaniyên taybet ji bajarê Serêkaniyê ragihandin ku qada şerên di navbera çeteyên Sultan Murad û El-Hemzat de fireh bû û gihaşt bajarokê Til Helef, gundên Eyn Hisan û Keşto ên li başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê.
Li aliyê başûr û rohilatê Serêkaniyê şer û topbaran di navbera çeteyan de didome.
Gundên ku şer lê hene Um El-Xêr, Ezo Denge û Elûk.
Çavkaniyan diyar kirin ku di encama şer de bi dehan kuştî û birîndarên her du aliyan hene.
Dengê ambulasan ji nuqteyên şer tên.
Hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo piştgiriya çeteyên Sultan Murad hêz ji Girê Spî şandin Serêkaniyê.
Şer di saet 15:45`an de di navbera çeteyan de derket. Di encamê de jinekî jiyana xwe ji dest da û zirar gihaşt milkên sivîlan.
Hat ragihandin ku sedema şerê di navbera çeteyan de, desteserkirina xaniyekî koçberên bajêr bû.