Li bajarê Efrînê ya dagirkirî teqînek pêk hat û tê gotin ku 2 kes birîndar bûne.
Îro di saetên êvarî de, mayînek li pêşiya dibistana Meyselonê ya li navenda bajarê Efrînê teqiya.
Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de herî kêm 2 kes birîndar bûne.
Derbarê aliyên ku ev teqîn pêk anîne, ti agahiyên piştrast nehatine bidestxistin.