MAZLÛM EBDÎ: MEZINKIRINA HÊZÊN PARASTINÊ, ROLA BINGEHÎN A CIWANAN YE

Dagirkerên kurdistanê li çar aliyên kurdistanê êriş û kirinên xwe yên dagirkeriyê pêk tînin.Fermandarê Gişrî yên Hêza Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî ji bo têkoşîn û têkbirina van êrîşan balkişand li ser rola ciwanan û got:Ciwan dikarin bi hêza xwe ya dinamîk van deskeftiyên heyî biparêzin.Ev yek jî bi pêkanîna erkê xwe yê parastin û beşdarbûna nava xebatê pêkan dibe.

Fermandarê Gişrî yên Hêza Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî têkildarê erk û berpirsiyartiya ciwanan ji ajansa Nûçe Cûwan re axivî.

Mazlum Ebdî ku bi berfirehî li ser rewşa herêmê axivî despêkê balkişand li ser parastina deskeftiyên gelê herêmê û ev nirxandin kir:

Îro Kurdistan bi giştî di rewşekî hesas re derbas dibe.

Dijminê me dixwazin destkeftiyên Şoreşê têk bibin, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê ev wusa ye.

Bi şewazekî xwînxwar êrîş dikin. Siyaseta înkarê a tunekirinê di asta herî bilind de didin meşandin.

Tu derfet nehiştiye ku xebatên demokratîk û sivîl were meşandin.

Bi hemû hêza xwe êrîşî civakê dikin, êrîşî hêza civakê ê rêxistinî dikin, êrîşî hêzê parastinê dikin.

Ji bo vê jî erka yekem ê Ciwanên Kurdistanê tevlîbûna wan a nava Hêzên Parastinê ye.

Hêzê Parastinê ên Kurdistanê xurt bikin. Li hemû derê, li ku êrîş li ser Gelê Kurd heye li wêderê pêwîst dike tevlî hêzên parastinê ê Gelê Kurd bibin.

Pêwîste Ciwan bi qehremantî li dijî dijminê Gelê Kurd şer bikin.

Mazlûm Ebdî di nava axaftinên xwe de jî ev bang li ciwanan kir:

Leave a Reply

Back to top button