Di çalakiya gerîlayên HPG’ê li navçeya Elbak a Wanê de 3 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî parvekir.
1’ê Hezîranê li herêma Heftanî droneyeke dagirkeran a li ser Girê Partîzan difiriya ji aliyê gerîlayan ve hate xistin.
2’ê Hezîranê balafirên şer bombe li qada Gundê Filleha yê herêma Zapê barand.
3’ê Hezîranê jî balafirên şer qadên Kanîsarkê û Kurojahro yên herêma Zapê, Tepê Şehîd Hamza yê herêma Heftanînê û qada Şehîd Dîren a herêma Avaşînê bombe kirin.
Di heman rojê de gerîlayan li navçeya Elbak a Wanê, li dijî wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo çalakiyeke sabotajê kirin.
Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.