Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê weke her carê doh êvarê jî gundewarê Şehba û Minbicê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker doh êvarê gundê Til Cican a herêma Şehbayê, û derdora gundê Benê, Birc Qasê a navçeya Şêrewa Topbaran kirin.
Hemwextî wê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyadê, Dendeniyê, ku dikeve bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kir.
Topbaran heta derengiya şevê berdewam kir û di encam de zirarên madî li erd û zeviyên welatiyên heremê bû.
Dewleta Tirk gundê Eyn Îsa topbaran kir-welatiyek birîndar bû