Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê bi koma 13’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêber Apo bi koma 13’emîn didome.

Di Merasîma dorvegerê de li ser navê koma 12’emîn çalakvan Mihemed Salih Kadûnî axivî.

Mihemed Salih tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got: ” Ji bo şikandina vê tecrîdê li her cihê ku Kurd lê dijîn çalakiyên cûr bi cûr tên meşandin.

Wekî wargeha Mexmûrê me jî dest bi çalakiyê kiriye, emê van çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku em vê tecrîdê bişkênîn û bi Rêbertiya xwe azad bijîn. ”

Piştî axaftinê koma 13 ‘mîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , çalakî dewr girt.

Çalakiya Mexmûrê a li dijî tecrîdê bi koma 12’emîn dewam dike

Back to top button