Serokwezîrê Iraqê Îraqê Kazimî banga serbestberdana girtiyan kir

Li Iraqê ku ev demek bû, xwepêşandan rawestiya bûn, piştî erêkirina hikûmeta Kazimî bi çend rojan, careke din xwepêşandêr herikîn, qadan.Li Qada Tehrîr a Bexdayê hêzên ewlekariyê êrîşî xwepêşandêran kirin û 10 kes birîndar kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî piştî avakirina hikûmeta wî, dest bi xebatê kir û duh yekem civîna hikûmeta nû hat lidarxistin.

Kazimî avakirina komîteyek lêpirsînê der barê bûyerên dawî yên li Iraqê de ragihand û banga berdana girtiyan kir.

Kazimî biryara avakirina komîteyek lêpirsînê der barê rûdanên Cotmeha borî de da.

Serokwezîrê nû bang li hêzên ewlehî û dozgeriyê kir ku ji bilî kesên destê wan di rijandina xwînê de hene, hemû xwepêşandêrên girtî berdin.

Ji bo serokatiya Karûbarên Têkoşîna li dijî Terorê jî, Kazimî ferîq Ebdul Wehab El-Saidî erkdar kir.

Li qada Tehrîr a Bexdayê 10 xwepêşandêr birîndar bûn

Lê tevî ragihandina hikumeta nû jî, dîsa gel nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Di serî de li qada Tehrîr a Bexdayê, li gelek parêzgehên Iraqê û bi taybet yên li başûrê welêt, xwepêşandan hatin lidarixistin.

Li gorî medya Iraqê, piştî ku xwepêşander li Qada Tehrîr a Bexdayê kom bûn ber bi Pira Komarê ve bi rê ketin û hewl dan bikevin herêma Kesk, Hêzên ewlehiyê bi bombebeyên gazê û deng êrişî xwepêşanderan kir.

Ji encamê de 10 xwepêşander birîndar bûn.

Xwepêşandan daxwaza pêkanîna sozên ku hatine dayîn dikin û di serî de pêkanîna hilbijartinên pêşwext.

Diyar dikin ku aliyên siyasî para xwe di nava hikûmetê de migorser kirine û daxwazên xwepêşanderan paşguh kirine.

Back to top button