Wê av 4 rojan li ser Kobanê were qutkirin

Rêveberiya Avê ya Kobanê ragihand ku di hefteya pêş de wê 4 rojan av li ser bajêr were qutkirin.

Rêveberiyê di biryarnameyek de diyar kir ku wê depoyên avê bê pakkirin û ji ber wê av 4 rojan li ser Kobanê dê were qutkirin.

Li gorî biryarnameyê, av wê 17’ê Gulanê heta 20’ê Gulanê were qutkirin.

Di vê demê de wê depoyên avê yên li gundewarên rojavayê Kobanê werin pakkirin.

Back to top button