Serokê istixbarta Wîfaqê bi destê çeteyên Tirkiyê hat kuştin

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku milîsên Terablusê serokê îstixbata hikumeta Wîfaqê Abdulqadir Tehamî kuştiye.

Li başûrê Terablusa paytext, şer di navbera çeteyên dewleta Tirk û artêşa Lîbî de rû da û Artêşê karîbû droneke Tirkî bîne xwarê.

Rayedarê artêşa nîştimanî yê Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand ku çeteyên Terablusê serokê îstixbata hikumeta Wîfaqê Abdulqadir Tehamî kuşt.

Mehcûb piştrast kir ku çeteyan ‘Newasî’ yên li Terablusê Tehamî revand, îşkence lê kir û di bin îşkenceyê de ew kuştin.

Li alîkî din Odeya Keramê ya Artêşê jî diyar kir ku , çeteyên bi navê el- Red’ yên girêdayî wezîrê hundir Fethî Başaxa ev yek pêk anî..

Ji bo vê tawanê ji ser xwe rakin jî, rûpel û ragihandina vê komê yekser mirina wî bi “krîza dil” ragihand.

Duh artêşa Lîbyayê ragihandibû ku balafirên artêşa balafirên bêpîlot ên Tirkiyê yên li başûrê Terablusê xistin xwarê.

Artêşa niştimanî droneke Tirkî li Eyn Zarayê anî xwarê

Duh êvarî li başûrê Terablusa paytext, şer di navbera çeteyên dewleta Tirk û artêşa Lîbî de rû da.

Şer li derdora Eyn Zara, Selahedîn û Bû Selîm bi çekên giran rû da..

Ketîbeya 134 a artêşê teqez kir ku “hêzên wan, navend û kombûyînên çeteyan li devera el-Esfah li ser rêya balafirgehê kirin armanc”.

Ji aliyê xwe ve jî, Artêşa Niştimanî ragihand ku “parastina wan a asmanî, dorneke Tirkî ji cureya Bêriqdar li Menqa el-Qabliya ya girêdayî Eyn Zarayê anî xwarê

Back to top button