Li Brazîlya di 24 seatan de hezar kes jiyana xwe ji dest da

Vîrûsa ku hîna cihan berdêla wê ya pêla yekemîn dide, niha jî qala pêla duyemîn tê kirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê ragihand ku heta niha pêla duyemîn ne hatiye, lê cihan niha di asta herî jor ya pêla yekemîn de ye.

Bêrîtanya ku yek i welatên herî zêde ziyan ji vîrûsê ditiye, niha li pey çareseriyeke mayînde digere. Wezareta tenduristiyê ya Bêrîtanyayê eşkere kir ku ew niha dermanê ji bo nexweşiya Ebola bi kar di anîn, niha li ser nexweşên bi Corona bikar tînin û dibe nexweş ji vê yekê sûdê bigrin.

Heta niha 5 milyon û 689 hezar kes bi vîrusa corona ketine, ji wan 352 hezar kes mirine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku cîhan niha rastî pêla duyemîn a vîrusê nehatiye, lê belê di asta herî jor a pêla yekemîn de ye.

Rayedarê rêxistinê Dr. Mike Ryan got: “Li hindek herêman, di nav de Amerîkaya Başûr û başûrê Asyayê, hejmara nexweşan pir bilind dibe.

Brazîlya jî rewşa wê ne cudaye.

Ji ber xemsariya hikûmetê ji girtina tevdîran, rojane Brazîlya daneyên herî bilind tomar dike.

Tenê di 24 setên dawî de hezar û 39 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 hezar û 324 kesên din bi vîrusê ketine.

Hindistan tenê di rojekê de zêdetirî 6 hezar kes bi vîrûsê ketin

Mînaka vê yekê li Hindistanê ku tenê di 24 seatên dawî de 6 hezar û 387 bi vîrûsê ketin, bi vê yekê jimara giştî ya pêketiyan 150 hezarî derbas kir.

WHO: Divê Brazîlya bi lez li jiyana asayî venegerin

Rayedarê rêxistina tenderustiyê Dr. Mike Ryan hişyarî da Brezîlyayê ku bi lez li jiyana asayî venegerin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji ber bikaranîna dermanê Hydroxychloroquine hişyarî da gelek dewlet ku vê dermanê bi awayekî demkî bi kar nînin.

Wezareta teduristiyê ya Birîtanyayê dermanek bi sûd tecrube dike

Wezareta Tenduristiyê ya Brîtanyayê jî di çarçoveya hevkariya bi şîrketa Gilliad Sciences re ragihand ku ew dermanê bi navê Remdisiver ku ji bo nexweşiya Ebola bi kar dianîn, niha ji bo nexweşên corona bi kar tînin û dibe ku nexweş sûdê jê wergirin.

Li gorî daneyên destpêkê li ser asta cîhanê ku derman dema başbûnê kêm dike û dike 4 roj.

Vîrûs bandoreke giran li yekîtiya Ewropa kiriye

Vîrûsa corona banoreke giran li tevahî aboriya cîhanê aniye.

Herî dawî li gorî lêkolînekê ku li tevahiya Yekîtiya Ewropayê hate kirin, sê ji pênc parên nifûsê ji ber vîrûsê ji aliyê aborî ve tengav bûye.

Di anketê de bandora krîza aborî ya ji ber vîrûsê rû da, hate pirsîn.

Li gorî anketê, 6 ji 10 kesên li Yekîtiya Ewropayê yekser ketin bin bandora krîzê û ji aliyê madî ve tengav bûne.

Li gorî vê yekê, 30 ji sedî yê nifûsa Yekîtiya Ewropayê ji ber vîrûsê ji aliyê aborî ve lawaz bûne, 23 ji sedî ya bêkar man, ya jî ketin ber bêkariya demkî.

Beşeke girîng a beşdarên lêkolînê gotin, ew ji polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî krîza Covîd-19 nerazî ne.

Di vê mijarê de herî zêde welatiyên Îtalya, Spanya û Yewnanistanê aciz in.

Back to top button