Balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker gundê Gir Sor ê Rojavayê bajarê Qamişlo bombebaran kir.
Dagirkeriya Tirkiyê doh derengiya şevê bi balafireke bê mirov gundê Gir Sor ê girêdayî bajarokê Girbawî yê rojavayê Qamişloyê bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûn.
Depoyên genim ên li Til Temirê hatin bombebaran kirin
Hemwextî êrişa li ser Qamişlo çeteyên girêdayî artêşa dagirker bi çekên giran depoyên genim ên gundê Um El Kêf ê navçeya Til Temirê bombebaran kir.
Di encama topbaranê de zirarên madî gihişt depoyên genim
Doh seatên nîvro artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daristana gundê Soxanekê ya navçeya Şêrewa jî topbaran kir.
Di encama topbaranê de welatiyek birîndar bû.