Rêveberiya Şengalê: Rêya çareseriyê, peymana li gel civaka Êzdî ye

Par di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de, derket holê ku di navbera Bexda û Hewlêrê de “peymana Şerngalê” hatiye mohrkirin.
Civaka Êzdî ya ku ev yek weke plangerî binav kir tevahiya salê di nava çalakiyan de bû.
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku rêya çareseriyê, îmzekirina peymaneke nû bi gelê Êzdî re ye.

9’ê Cotmeha 2020’an di navbera Bexda û PDK’ê de li ser Şengalê peymanek hate îmzakirin.

Civaka Êzdî vê peymanê wekî fermaneke nû binav kir.

Bo wesîleya salvegera yekemîn a îmzekirina peymanê, Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke weşand.

Rêveberiyê ragihand ku peyman berdewamiya fermana 2014’an, di encama berxwedana bê navbera plan hate pûçkirin û got:

9’ê Cotmeha 2020’an li hemberî Şengalê komployeke nû hate plankirin.

Di fermana 2014’an de hesabê dewleta Tirk û PDK’ê ew bû ku ku li ser navê bîr û baweriya Êzdiyan tiştek nemîne.

Bi vê armancê û di salvegera komploya li dijî Rêber Apo û tevgera dagirkirina Serêkanî û Girê Spî, xwestin qedereke xerab bikin para gelê Şengalê.

Ev yek jî bi tifaq û hevkariya hêzên paşverû yên herêmê û hêzên navneteweyî pêk hat.

PDK’ê ya rê li ber encamên fermana 2014’an vekir, di vê plangeriyê de bi roleke diyarker rabû.

PDK’ê li aliyekî bi dehezaran Êzdî li kampên Başûrê Kurdistanê esîr girtiye li aliyê din ji bo car din vegere Şengalê li pey dek û dolaban e.

Her roj Şengalê hedef nîşan dide û êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê rewa dike.

PDK li hemberî civaka azad a Êzdî bi kîn û hêrs e. Ji ber ku ev civak êdî koletiyê qebûl nake. PDK ji ber vê rastiyê şev û roj ji bo pêkanîna vê komployê kar dike.

Rêveberiya Xweser a Şengalê balê kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya Iraqê û wiha dewam kir:

Divê îradeya siyasî ya nû vê peymana bêbext ji rojeva xwe derxe. Dem hatiye ku peymaneke bi gelê Şengalê re, bi îradeya Şengalê re were îmzakirin.

Back to top button