Tevî ku ev du salin di nava şert û mercên zehmet de jiyan dikin jî lê dîsa jî dev ji berxwedana xwe bernedan.
Koçberên Girê Spî û Serê Kaniyê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk vîn û berxwedana şêniyên Serêkaniyê lawaz nekir.
Koçberan bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo misogerkirina vegera wan destwerdanê bike.
9’ê Cotmeha 2019’an ji bo şêniyên Serê Kaniyê û Girê Spî dîrokek bi êş e.
Wê rojê dewleta Tirk û çeteyên wê bi piştgiriya hêzên navneteweyî bi balafirên şer, tank û topan êrişî her du bajarn kirin.
Di nava êrişan de, çekên kîmyawî û fosfor jî hatin bikaranîn.
Wê çaxê zêdetirî 100 hezar kes ji şêniyên resen ên Serê Kaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê bûn.
Niha jî li bajarên Reqa, Tebqa, Hesekê û kampên ku ji bo wan hatin hazirkirin belav bûne.
Ev koçber ji ber şert û mercên dijwar zehmetiyan dibînin, lê dîsa jî li deverên navbirî li ber xwe didin.
Du salin dagirker li Serê Kaniyê û Girê Spî bi her awayî kiryarên dermirovî û hovane dikin.
Hevserokê Meclisa Navçeya Girê Spî Hemîd El-Ebid dibêje ku dewleta Tirk van kirinên xwe li pêş çavê cîhanê dike.
Lê tevî wê jî heta niha ti helwest nîşan nedaye, xwe li hember wan ker û kor kiriye.
Hemîd El-Ebid diyar kir ku ew ti carî li hember van kiriyan bêdeng neman û her di nava çalakiyan de bûn.
Koçbera bi navê Fatme El-Mihemed ku li Kampa Girê Spî dimîne jî diyar kir ku ew ê ti carî koçberiyê qebûl nekin.
Koçberê bi navê Ehmed El-Hesen jî diyar kir ku ew ê di kampan de li ber xwe bidin ta vegerin bajarê xwe.
Fatme û Ehmed bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo misogerkirina vegera wan destwerdanê bike.
Hevserokê Kampa Waşokanî: Berxwedana koçberan lewaz nabe
Hevserokê Kampa Waşûkanî Ela Elî jî anî ziman ku êrişên dewleta Tirk vîn û berxwedana şêniyên Serêkaniyê lawaz nekir.
Ela Elî diyar kir ku mayîna koçberan di kampan de nîşaneya berxwedan û israr vegera li malên xwe ye.