Doh li Bakur-rojhilatê Efxanistanê li dijî mizgefteke Şîiyan êrişeke xwekuj pêk hat.
Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin..DAIŞ’ê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdîa kir ku derdora 300 kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Bûyer li bajarê Qendûzê rû da.
Dema nimêja Înê, li nava mizgefteke Şîiyan êrişeke xwekuj pêk hat.
Di encamê de herî kêm 55 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê bi rêya hesabê xwe ê Telegramê berpirsiyariya êrişê girtin ser xwe..
Di daxuyaniya çeteyan de tê gotin,
Endameke xwe ê xwekuj li nava mizgeftê bombeyên li ser xwe teqandine.
Di encamê de bêtirî 300 kuştî û birîndar çêbûne.
Piştî Amerîka ji Efxanistanê derket û Talîbanê serdest bû, koma binavê DAIŞ’a Xorasan careke din derket holê.
Û di nava 45 rojan de gelek êriş pêk anîn.
26’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ Xorasan êrişên xwekuj li dijî balafirgeha Kabulê pêk anîn.
Di êrişan de herî kêm 180 kes hatin kuştin û di nava wan de 13 leşkerên Amerîkî hebûn.
Efxanistan…Di teqîna li Kunduzê de 50 kes mirin 140 birîndar bûn