Sedr ji alîgirên xwe xwest ku li ber avahiya Konseya Dadweriyê belav bibin

Li Iraqê rewş aloztir dibe.
Alîgirên tevgera Sedr ji doh ve liber avahiya Konseya Dadwerî ya Bilind di nava xwepêşandanê de ne.
Piştî banga Lîderê Tevgera Sedr Muqteda Sedr alîgirên wî ji ber avahiyê cuda bûn.
Lê helwesta aliyên leşkerî ya ku siyasî dibe, rewşê metirsîdar dike.
Ji ber vê yekê fermandariya Leşkerî ya Iraqê ragihand ku navbe artêş li pey helwestiyên siyasî biçe.

Hêviyên Iraqeke aram ji rastiya heyî pir dure.

10 meh di ser hilbijartina Parlamentoya welat re derbas bû.

Lê ne serokomar û ne jî serokwezîr nehatin hilbijartin.

Bi derbasbûna demê re, li cihê çareseriyê krîza siyasî û aborî li nava welat kurtir dibe.

Ji dawiya meha Tîrmehê ve alîgirên Tevgera Sedr li paytext Bexda û bajarên din di nava xwepêşandanan de ne.

Piştî bi serdegirtina parlamentoya welat, doh jî alîgirên tevgerê li ber avahiya Konseya Dadweriya Bilind dest bi çalakiyan kir.

Li ser vê yekê Konseyê karê xwe rawestind.

Lîderê Tevgera Sedr Muqtede Sadr bang li alîgirên xwe kir ku ji ber derê avahiya Dadweriyê belav bibin.

Di peyama li ser hesabê Twîtterê yê Sadr de wiha hat gotin:

“Ji bo parastina îtîbara şoreşgerên hêja û zirar negihije gel, ez we şîret dikim ku xwe vekişînin.”

Piştî vê yekê, xwepêşanderan dest bi derketina devera ku li devera Kesk li navenda Bexdayê ye, kirin.

Ji dema hilbijartinên parlemanî yên di Cotmeha 2021’an de, Iraq di rewşek felcbûna siyasî de ye.

Ji ber nakokiyên siyasî nekariye serokomarek nû hilbijêre û hukûmetek nû pêk bîne.

Alîgirên Sadr di 30’ê Tîrmehê de ketin avahiya parlementoyê.

Sedemê vê yekê jî dijberiya wan a ji namztiya Çarçoveya Koordînasyonê ya Mihemed Şîa El-Sudanî bo serokwezîriyê bû.

Piştî vê pêngavê aloziya di navbera tevgera Sedr û dijberên wê de zêde bû û çalakiya rûniştinê ya li parlementoyê hê jî didome.

Dijberên Sedr dixwazin berî hilbijartinên pêşwext di çarçoveya Hevrêziyê de ku serokwezîrê berê Nûrî Malikî û Hevpeymaniya Fetih a nûneratiya Heşda Şeibî dike, hikûmetê ava bikin.

Alîgirên Çarçoveya Koordînasyonê jî ji 12’ê Tebaxê ve li ber Herêma Kesk ku saziyên hikûmetê û nûnertiyên dîplomatîk ên biyanî lê ne, çalakiya rûniştinê li dar xistin.

“Nabe hêzên leşkerî bikevin nava pêşbaziya siyasî”

Her wiha doh bi şev berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Leşkerî ên Iraqê bi daxuyaniyek ragihand ku nabe hêzên ewlekariyê û leşkerî bê xistina nav pêşbaziya siyasî.

Herwiha hate gotin, nabe hêzên leşkerî bibin alîgirê ti aliyek jî, ji ber ku erkê wan tenê parastina Iraqê ye.

Back to top button