Iraq…Alîgirên Sedr li ber deriyê Desteya Dadwerî ya Iraqê kon vedan

Li Iraqê alîgirên Tevgera Sedr carekedin daketin çalakiyan.
Navnîşanva vê carê Desteya Dadwerî ye ye.
Alîgirên Sedr li paytext bexta li ber derê desteyê kon vedan û gotin: “Desteya Wezîran ne serbixwe ye, em ji vir naçin û emê dijî gendelkaran bin.”

Krîza siyasî û aborî ya li Iraqê welat ji hev dixe.

Nakokiyên siyasî yên dema dawî, partiyên siyasî aniye pêşberî hev.

Tevgera Sedr ya ku bê wê avabûna hikumetê qebûl nake, polîtîkayên xwe tundtir dike.

Alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê carek din rabûn serxwe û bi meşê çûn ber derê Desteya Dadwerî ya Iraqê û kon vedan.

Alîgirên Sedir ên li ber Desteya Dadwerî ya Iraqê kon vedane, dibêjin;

“Desteya Dawerî bûye siyasî û ne serbixweye.

Em ji vir naçin û emê hertim dijî gendelkaran bin.”

Beriya niha Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir ji bo hilweşandia parlamentoya Iraqê hefteyek dem da bû Desteya Dadwerî ya Iraqê.

Sedir ragihandibû ku ger Desteya Dadwerî bersiva wan nede, wê axaftinek din ji bo wan hebe.

Di 14’ê Tebaxê Desteya Dadwerî ya Iraqê bersiva Sedir dabû û bi daxuyaniyekê ragihandibû û gotibû;

“Desthilata me ya hilweşandina parlamentoya Iraqê nînin.

Em bang dikin ku dadgehê nexin bin pêşbaziya siyasî.”

Di dawiya meha Tîrmehê de, alîgirên Sedr li ser banga lîderê xwe berê xwe dabûn parlamentoyê.

Xwepêşandêran piştî demekê bendên ewlekariyê derbas kirin û derbasî nava parlamentoyê bûn.

Tevgera Sedr ku daxwaza hilbijartina pêşwext dike, zextên xwe yên li ser parlamentoyê tundtir kiriye.

Back to top button