Senatoya DYA budçeya 768 milyar dolar a parastinê erê kir

Senatoya Amerîkî Pêşnûme Qanûna Bandorkirina Parastina Netewî (NDAA) 2022’an erê kir. Di pêşnûmeyê de ji bo parastinê 768 milyar dolar hate erêkirin. Niha jî ev pêşnûme ji bo bibe biryar li ber destê Serokê DYA Biden de ye. Lê di vê pêşnûmeyê de, gelek xalên din yên polîtiya DYA diyar dike jî heye. Yek jî wan jî şopandina balefirên bêmirov yên Tirkiyê ji heye.

Bûdceya Parastinê ku di hefteyên borî de bû sedema nîqaşên bihêrs piştî Meclisa Nûneran ji aliyê Kongresa Amerîkayê ve hate erêkirin.

Budçe ji 768,2 milyar dolar pêk tê.

Ji vê 740 milyar dolar ji bo Wêzareta Parstinê (Pentagon),

27,8 milyar dolar ji bo Wezareta Enerjiyê ya di bin sîwana parastinê de ye

û 0,4 milyar dolar jî ji bo mezaxtiyên parastinê hatiye diyarkirin.

Budçe di dîwana Giştî ya Senatoyê de li pêşberî 10 dengên “na” bi 89 dengên “erê” hate pejirandin.

Tevî di nav de gelek tiştên nakokî hene, Pêşnûme Qanûna Bandorkirina Parastina Netewî (NDAA) ji bo erêkirina dawîn ji maseya Serok Biden re hatiye şandin.

NDAA ku ji gelek madeyên binakok pêk tê jî di dawiyê de çû ber destê Serokê DYA Joe Biden.

Di pêşnûmaya qanûnê de alîkariya ji bo Ûkrayna tê kirin jî hate zêdekirin.

Ev alîkarî ji 250 milyon dolarî bo 300 milyon dolarî hate zêdekirin.

Di demekê ku pêşnûme 7,1 milyar dolar dide Înîsiyatîfa Pêşîlêgirtina Pasîfîk a li dijî Çînê, Wezareta Parastinê kirîna berhemên ji kargehên ku Ûygûr neçar dimînin li Herêma Xweser a Sîncanê kar bikin, qedexe dike.

Ji bilî NDAA, pêşnûmeyên Senatorê New Jersey û Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoyê Bob Menendez jî li NDAAyê hatin zêdekirin.

Menendez daxwaz kir ku ji nêz ve bernameya balafirên bêmirov û biçek a Tirkiyê (SÎHA) bê şopandin û alîkariya ji bo Azerbeycanê tê dayîn jî were rawestandin.

Back to top button