Trudeau: Em dixwazin alîkariya Almanya bikin

Beriya zivistan were, tirsa sermayê li nava Ewropa belav bûye.
Hikumeta Almanya ji bo alternatîfa gaza xwezayî y a Rûsya, çareseriyê di Kanadayê de dibîne.
Serokwezîrê Kanada Trudeau diyar kir ku ew dixwazin alîkariya Almanya û Ewropa bikin û got:
Ji bo şandina gaza şil a bo Almanya li ser rêbazan dixebitrin.

Piştî Rûsya gaza xwezayî li ser Ewropa kêm kir, li nava parzemînê alarma sermahê hate lêdan.

Almanya ya xwe bi gaza xwezayî ya ji Rûsya dikirî germ dikir, niha bi tirsa zivistanê ketiye.

Ji ber vê yekê, Serokwezîrê Alman Olaf Scholz û şandeyek pêre serdana Kanadayê kirin.

Di demekî ku serdan dewam dike de, welata peyamên xurtkirina têkliyê dan.

Hemwextî hat gotin wê di navbera Almanya û Kanadayê de li ser hilberandin û veguhestina hîdrojenê hevkariyek nêzîktir hebe, serokwezîr Scholz diyar kir ku ew dixwazin gaza xwezayî ya şil (LNG) jî ji Kanadayê bikirin.

Di vê çarçoveyê de her du welatan teqezî li ser giringiya berfirehkirina enerjiya dikare di zûtirîn dem de bikin.

Trudeau: Em li ser rêbazê şandina gaza şil dinirxînin

Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau ragihand ku, piştî hevdîtina bi serokwezîrê Alman Scholz a doh pêk anî re, wan li hev kirin ku awayên dabînkirina gaza şil ji Almanyayê re binirxînin.

Trudeau derbarê armanca Ewrûpayê ya serbixwebûna ji gaza Rûsyayê de wiha got:

“Em her bijardeyê dinirxînin ka em çawa dikarin alîkariya Alman û Ewropiyan bikin.”

Trudeau her wiha bal kişand ser dirêjahiya navbera bîrên gazê yên ji rojava heta peravên rojhilatê welêt dirêj dibin û diyar kir ku tenê ev rê ji bo gihandina gazê ya ji bo Ewropayê dikare were nirxandin.

Serokwezîrê Kanadayê her wiha zêde kir ku hikûmet bijardeyan difikire da ku proseya pejirandinê xweş bike.

Her çend Kanada dixwaze bi awayên din rê li ber peydakirina gaza xwezayî ji bo bazara cîhanê veke, lê avakirina termînalên nû yên wê di hundurê welêt de ji ber sedemên jîngehê mijarek pir nakok e.

Back to top button