Sozda Oremar: Jin wekî ‘herem’ têne nîşandan

Rojnamevan Sozda Oremar ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî dişopîne, diyar kir ku jin wekî “heram” tên nîşandan. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkerekiribû ku heta niha li Efrînê hezar jin hatine revandin. 

Ji bilî revandin û kuştina jinan li Efrîna dagirkirî, destavêtin û destdirêjî jî pêk tê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe sûc û kirinên dermirovî li dijî jinan dikin.

Têkildarî vê, Rojnamevan Sozda Oremar ku binpêkirinê mafan ên li Efrînê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku jinên li Efrînê wekî “herem” têne nîşandan.

Sozda Oremar: Kirinên DAIŞ’ê li Efrîna dagirkirî li dijî jinan pêk tê

Sozda destnîşan kir ku li Efrîna dagirkirî kirinên DAIŞ’ê ketine dewrê û li bajêr tabelayên ku lixwekirina çarşefa reş disepînin hatine daliqandin.

Jê zêdetir Sozda eşkere jî kir ku jin ji ber kirinên çeteyên Tirk di malan de girtî ne, ji ber gava ku derkevin derve, tên revandin, rastî destdirêjiyê tên an têne kuştin.

Raporên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Navenda Agahdarkirina Binpêkirinên Mafan a Bakurê Sûriyê, Komîteya Lêkolîn û Serjimêriyê ya Kongra Star a Qamişlo û projeya Jinên Efrînî yên Winda derbarê revandin, destavêtin û kuştina jinan de parve kirine, gotinên Sozda piştrast dikin.

Hezar jin hatine revandin, jê çarenûsa 400 jinan ne diyar e

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di rapora xwe ya ku xwe dispêre daneyên ji 20’ê Çileya 2018’an heya Îlona 2020’an de ragihandibû ku li seranserê bajêr hezar jin hatine revandin.

Jê çarenûsa 400 jinên revandî ne diyar e, 76 jê hatine kuştin û 76 jin jî bi destavêtinê re rû bi rû mane.

Her wiha zewicandina zarokan jî ji sedî 40 zêde bûye.

Li gel wê jî di navbera 1’ê Çileya 2020’an heya Mijdara 2020’an li seranserê bajêr 805 jin hatine revandin û ji van jinan 54 jê hatine kuştin.

Komîteya Lêkolîn û Îstatîstîkê ya Kongra Star Qamişlo jî di rapora xwe ya 3 salan de nasnameyên 30 jinên ku bi destavêtin û revandinê re rû bi rû mane parve kir.

Herî dawî saziya Afrin Women Project (Jinên Efrînî yên Winda) li ser malpera xwe parve kir ku di 2 salên dawî de 200 jin hatine revandin.

Tenê di meha Mijdarê de 11 jin hatine revandin, ji vana yek jê hatiye berdan û çarenûsa 10 nediyar e.

Back to top button