Çalakiya konvedanê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk, li navçeya Eyn Îsayê di roja 8’an de ye. Îro jinên ji bajarê Tebqayê ji bo piştgiriya berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û şervanên QSD’ê tevli çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Jinan a Tebqaqyê daxuyaniyek hat dayîn.
Meclisê bêdengiya civaka navneteweyî û Rûsyayê ya li hemberî êrişên li dijî Eyn Îsayê şermezar kir.
Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişên dewleta Tirk tê wateya ku wê û Rûsyayê ev êriş erê kiriye.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li hemberî êrişên li ser Eyn Îsayê bilivin.