“Em dervêyî asayşa xwe ti hêzê qebûl nakin”

Çalakiya xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 24’yan de ye.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Xelkê Şengalê heta niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine.

Ji bo vê jî xelkê Şengalê dibêjin heta daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe dewam bikin.

Şêniyê Xanesorê yê bi nvê Hecî Kulî diyar kir ku ew ji derveyî asayîşa ku zarokê wan pêk tînin ji ti kesî bawernakin.

Back to top button