Îro, dewleta Tirk a dagirker navçeya Ziraganê topbaran kir di encamê de jinek birîndar bû.
Nûçegihanê me ragihand ku, serê vê sibehê dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Hesekê topbaran kir.
Di encama topbaranê de, jinek birîndar bû, her wiha jimarek şênî ji navçeyê derketin û berê xwe dan bajarê Hesekê.
23yê vê mehê jî, dewleta Tirk a dagirker gundê Bab El-Xêr û hin gundên din ên Zirganê topbaran kiribûn.