Li Başûrê Kurdistanê komkirina alîkariya ji mexdûrên erdhejê dewam dike. Welatiyên Başûr hewil didin bi derfetên heyî ji mexdûran re bibin alîkar û wan ji zilma dewleta Tirk re rû bi rû nehêlin. Ciwanên Başûr jî bang li herkesî kirin ku tevlî kampanyayên alîkarî bibin.
Li gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê Kampanyayên komkirina alikariyê ji aliyê gelek rêxistin û welatiyan ve didome
Li bajarokê Kelar a ser bi îdareya Germiyanê, 6 rojin kampanya bi pêşengtiya Encumena Hevkariya Germiyanê de berdewame.
Simko Sabîr: Dilsoziya gel ya bi mexdûran re gelek mezine
Endamê Encumena Hevkariya Germiyanê Simko Sabîr di derbarê komkirina alîkariyê de ji Rojnews’ê re axivî û got:
“Dilsoziya gel ya ji bo mexdûran gelek heye ku bi zarok, ciwan û pîran tevlî kampanyayê dibin.”
Têpayîn ku kampanya heta roja pêncşemê berdewam bike.
Her wiha li bajarokê Derbendîxan ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî kampanyaya alîkariya ji mexdûrên erdhejê re destpêkirine.
Çalakvanên Derbendîxan di derbarê vê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.
Çalakvanên Derbendîxanê: Pêywîstî bi hevgirtin û yekîtiyê heye
Çalakvan Ferman Ebdulrehman diyar kir ku pêywîstî bi hevgirtin û yekîtiya her çar parçeyên Kurdistanê heye.
Çalakvanên Derbendîxanê: Divê kampanyayên alîkariyê zêdetir bibin
Her wiha çalakvan Zerdeşt diyer kir ku ev felaketa ji bo hemû gelê Kurd xemek mezine û hemû kes bi vê yekê diltenge.
Bi heman awayî li bajarokê Şarezûr jî kampanyaya alîkariyê berdewam e.
Li Şarezûr ê jî kampanya komkirina alîkariyê berdewame
Li wir jî bang li welatiyan hat kirin ku li gorî hêza xwe beşdarî kampanyaya bibin.