Li Şehba 2 şehîd bi merasîmekê hatin oxirkirin

Li Şehba û Helebê bi merasîmên girseyî cenazeyên 3 şehîdan hate oxirkirin.
Li Hesekê, Dirbêsiyê, Dêrikê û Reqa merasîmên sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan hatin lidarxistin.
Beşdaran gotin ew ê serî li hember êrişan nawetînin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Li Şehba ji bo oxirkirina cenazeyê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê Ismaîl Ekrîme binasnav Şoreş Efrîn û cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn merasîmek hate lidarxistin.

Bi hezaran ji koçberên Efrîn û xelkê Şehbayê beşdarî merasîmê bûn.

Di axaftinên li merasîmê hatinkirin de wiha hate gotin:

“Şehîdên me ji bo pêkanîna armanc û dozên gelê xwe û parastina axa xwe canê xwe feda kirin.”

Şehîd Bakur Efrîn li Helebê hat oxirkirin

Li Helebê jî bi sedan ji şêniyên her taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervanê YPG Emîn Ebdo bi nasnav Bakur Efrînê li goristana şehîdan oxirkirin.

Di meraîsmê de, kesên ku axivîn behsa fedekariyên şehîdan kirin û gotin, ewê heta dawiyê têbikoşin û xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Di dawiyê cenazeyê şehîd di bin dirûşmeyan hate oxirkirin.î

Li kantona Cizîrê û Reqa sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin

Ji bilî merasîmên şehîdan, merasîmên sersaxiyê yên şehîdan jî li Kantona Cizîr û Reqayê hebûn.

Li vir şêniyên kantona Hesekê ji malbatên her du şervanên YPG’ê Mihemed Mano û Beşar Mihemed sersaxî xwestin.

Li Dirbêsiyê jî merasîma sersaxiyê ya şervana YPJˊê Ronya Mihemed Elî binasnav Çiyajîn Dirbêsiyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Merdiye Xelîl sersaxî da malbata şehîd û got:

“Vîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrişên dijmin bi hêztir e.”

Li Dêrikê jî şêniyan ji malbata şehîd Behiya Ebdulmecîd binasnav Zîn Jînda sersaxî xwextin.

Li wir jî kesên ku axivîn gotin em ê deskeftiyên şehîdan biparêzin.

Şêniyên kanotna Reqayê jî ji malbata şehîd Ehîd Emed Ebas xwestin.

Back to top button