HRE: Şehîd Şoreş Efrîn di encama qirîza dil de şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
HRE’ê ji malbat û gelê kurd re sersaxî xwest û got: “Emê têkoşîna şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya Şoreş Efrîn ku di encama qîrîza dil de şehîd buye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha bahsa têkoşîna şehîd Şereş Efrîn hat kirin.

“Hevrêyê me Şoreş li Efrînê, di nav malbateke welatparêz de hatiye dinê.

Gelê me yê Efrînê xwedî çanda kevnar e û jiyana xwe li ser vê çandê didomînin.

Di kêleka çanda gelêrî, bi derketina Tevgera Kurd a Azadiyê re ji bo parastina ax û welatê me li dijî dagirkeriyê çanda berxwedanê pêş xistine.

Ev çanda berxwedanê ji nifşên piştî xwe re wek mîrateyekê hatiye hiştin.

Hevrêyê me Şoreş jî li ser vê çanda berxwedanê mezin bûye.

Hevrê Şoreş rastiya dijmin û armancên esasî yên neyarên gelê xwe fêm kir.

Li ser van bingehan biryara tevlîbûna nav refên şoreşê da.

Hevrê Şoreş ji bo bibe şervanekî jîr û zana perwerdeya bingehîn a bîrdozî û leşkerî dît.

Sala 2018’an li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser axa Efrînê, li gor erk û berpirsyariya xwe roleke girîng lîst.

Ji roja yekemîn a tevlîbûna nav refên şoreşê ve bi soza dabû gelê xwe û şehîdan heta kêliya dawî girêdayî ma.

Hevrê Şoreş li pey xwe mîrateyek mezin a tekoşînê û hevrêtiyeke mînak hişt.

Hêzên Rizgariya Efrînê herî dawî sersaxî ji malbat û gelê herême re xwest û got:

“Em weke hevalên hevrê Şoreş soz didin ku di şexsê wî de em ê bibin layiqê hemû şehîdên xwe û mîrateya têkoşînê ku ji bo me hiştiye bi serkeftinê tacîdar bikin.

Em sersaxiyê di serî de ji malbata hêja yê hevrêyê me Şoreş re û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Şoreş Efrîn
Nav û Paşnav: Îsmaîl Ekrîme
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Ebdilrehman
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê /18’ê Sibata 2024

Back to top button