Li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê kongreya 5’emîn a YNK’ê tê lidarxistin.
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di kongeryê de axivî û diyar kir ku ew ê ji bo xizmeta gelê xwe bi erkê xwe rabe.
Kongreya 5’emîn a Yekitiya Nîştimaniya Kurdistan (YNK) dest pê kir û heta 3 rojan wê dewam bike.
Kongere Li Salona Telarî Huner a Silêmaniyê hate lidarxistin.
Kongre bi tevlîbûna 600 endamên kongreyê, rêveber û nûnerên partiyên siyasî yên başûrê Kurdistan û Iraqê pêk tê.
Bafil Talebanî: Em destê aştî û biratiyê dirêjî kesên ku bawerî bi yekîtiya rêzan dikin
Di kongreyê de serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî axivî û bixêrhatina beşdaran kir û wiha got:
“Ez bixêrhatina mêvan, endam û kadroyên rêzdar yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî de dikim.
Em li vir bi yek rih dicivin û ji bo bihêzkirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê kar bikin.
Em ê rêbaz û siyaseta Serok Mam Celal bişopînin.
Îro em ê bi hev re dest bi qonaxeke nû bikin, divê em bi gel re li hev bikin û yekrêziya partiya xwe xurt bikin.
Em destê aştî û biratiyê dirêjî hemû aliyên Kurdistanî û partiyên Kurdistanî dikin.
her aliyek ku bawerî bi azadî û yekrêziya rêzan hebe, peywendiyên me li gel birayên me yên li Bexdayê bihêztir bike û rêkeftina stratejî di navbera Kurd, Şî’e, Sune û mesîhî de û her aliyek ku amadeye yekrêziyê bike û bi hev re ji bo demokrasiyê têbikoşin.”
Bafil Talebanî balkişan li ser Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan û wiha got:
“Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê partiyeke bihêz û geşe, ji ber wê jî di qonaxa niha de û beriya du hilbijartinan konferansa xwe lidar dixe
divê em bergiriyê li gelê xwe bikin û Kurdistanê bikin buheşteke ku her kes tê de azad bijî û bê tirs nêrîna xwe diyar bike.
Em bergiriyê li mafên jinan û pêkhateyan dikin, û bernameyên baş ji bo beşdariya ciwanan pêş dixin, ji ber ku ew dewlemendiya me ne, û mixabin heta niha bi awayekî baş xizmet ji wan re nehatiye kirin.”
Bafil Talebanî di dawiyêde wiha got:
“Ez tekez dikim ku em xizmeta gelê xwe bikin û aramî, ewlehî û rûmeta wê biparêzin.
Ez soz didim ku ev ji we bernadin û rê rê nadim dijminan, em Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne partiya azadîxwaz û şehîdan, partiya qehremanan û rûxandina dîktatoriyê.”