Macron: Yewnanîstan wê ji Fransa balefir û keştiyên şer bikire

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku di çarçoveya peymana parastina nû de, Yewnanîstan wê ji wan 3 keştiyên şer û balefirên şer yên Rafael bikire.
Macron dibêje peymana parastinê wê serweriya her du welatan û serxwebûna Ewropayê xurtir bike.

Macron got,

li gorî peymana parastinê ya nû, Yewnanîstan wê sê firqeyan û balafirên şer ên Rafael ji Fransayê bikire.

Serokomarê Fransa anî ziman ku “ji bo parastina Yewnanîstanê ji êrîş” pêwistî bi hevkariyê heye.

Têkildarî peymana AUKUS, ku têkiliyên Fransa bi DYA, Awistralya û Brîtanya re aloz kiriye, Macron ev tişt anî ziman:

“Peymana AUKUS wê stratejiya Fransa ya Asya-Pasîfîk neguhere.”

Amarîka, Îngilistan û Awistralya li dijî Çînê tifaqa leşkerî ava kirin

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Karîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Awistralyayê jî eşkere kir ku armanca wan ew e bibin xwedî 8 keştiyên bin avî yên nukleerî

Piştî hersê lîderan lihev kir, peyman bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Back to top button