Artêşa Îsraîlî navendeke leşker a Hemasê kir armanc

Artêşa Îsraîlê navendeke leşkerî ya Tevgera Hemasê li Xezzayê bombebaran kir.

Balafireke Îsraîlî duh derengî şevê navendeke leşkerî ya Hemasê li başûrê Xezzayê kir armanc, ew jî piştî mûşekek avêtibû Îsraîlê, ne bi tiştekî, hat.

Li gorî ragihandina Îsrîalê, mûşek li devereke vekirî ket û ti ziyan çênebûn.

Heta niha jî ti aliyî avêtina vê mûşekê negirtiye ser xwe, lê Îsraîl Hemasê bi hemû êrîşan tawanbar dike û her tim jî bersivê dide.

Li aliyekî din, artêşa Îsraîlî ragihand ku wan gule berda 3 Filistiyan ku bombeyên şewitîner davêtin hêzan li niştedagirgeha Eînaf li Difa Xerbî.

Li gorî artêşê, yek ji wan birîndar bû û yên din karîbûn birevin.

Back to top button