Efxanistan..Deriyên zanîngeha Kabulê li xwendekarên jin hate girtin

Li Efxanistanê bi hatina desthilata Talîbanê re, jin li her qadê ji mafên xwe ên xwezayî bê par dimînin.
Herî dawî bi fermana Talîbanê, deriyên zanîngehên paytext Kabulê li pêşiya xwendekarên jin hate girtin.

Civaka Navneteweyî bi şertê ku di warî mafê mirovan û azadiya jinê de gavên erênî bavêje, peyaman dide ku ew ê rewabûna desthilata Talîbanê nas bike.

Di wextekî wiha de, rojane agahiyên binpêkirinê ji Efxanistanê têne belavkirin.

Bi taybet jî di mijara mafên xwezayî yên jinê de.

Van kirinan jî di bin navê pêwîstiya şerîata Îslamî dike.

Herî dawî rêjîma Talîbanê biryar da ku ew ê rê nede ketina jinan a li nava zanîngehan.

Li Zanîngeha paytext Kabulê, berpirsê ji aliyê Talîbanê ve hatî destnîşankirin got,

Heta demeke ne diyar nabe ku endamên hîndekariyê yên jin û her wiha xwenderên jin bikeve zanîngehê.

Rektorê zanîngehê yê Talîbanî Muhammed Eşref Hayrat sedema biryara xwe bi vana gotinan eşkere kir:

Ji bo herkesî heta şertên Îslamê werin bicihanîn, wê ketina jinan a zanîngehan û xebatên wan li navendên kar were qedexekirin.

Beriya niha dîsa rêjîma Talîbanê ragihandibû ku xwendekarên keç ên zarok tenê wê heta dereceya 6’an dikarin bixwînin.

Ev yek jî bi şertê ku ji xwendekarên xort werin veqetandin.

Bi vê biryarê re Efxanistan li ser asta cîhanê bê tekane welatê ku xwendina keçan piştî perwerdeya seretayî lê hatibe qedexekirin.

Dîsa ji bo jinên karker jî Talîbanê biryar dabû ku divê hemû jin vegerin malên xwe.

Ji bo karibin li derve tevger bikin jî Talîbanê biryar da ku tenê jinên bi endamekî malbata xwe re dikare ji malê derkeve.

Back to top button