Asayîşê nasnameya endamê xwe yê şehîd Ebdulsemed Hemûd eşkere kir

Li Reqayê çeteyan bi çekan êrişî endamekî hêzên Asayîşê kiribûn.
Hêzên Asayîşê nasnameya endamê xwe Ebdulsemed El Hemûd yê di êrişê de şehîd bûyî eşkere kir.

Doh dema endamê hêzên Asayîşê Ebdulsemed El-Hemûd li Reqayê li ser erka xwe bû, bi çekan êrişî wî hate kirin.

El Hemûd ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Asayîşê bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser malpera xwe weşand.

Navendê balkişand li ser rihê fedekariya ebdulsemed ya ji bo parastin û aramiya desketiyên gelê herêmê û wiha got:

Şehîd Ebdulsemed dilsozê karê û xebatê bû.

Ji bo parastina û aramiyê hertim di nava hewildanên xwepêşxistinê de bû.

Navendê diyar kir ku heta kêliya dawî ya şahadeta xwe jî ji bo parastinê xebat kir.

Li gorî navenda Asayîşê nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ebdulsemed El-Hemûd
Navê Bav: Hemûd
Navê Dayikê: Helîma
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Reqa 8/3/2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa 6/2/2024

Back to top button