Wezîrê Tirk Guler li Hewlêrê bi Qubad Talebanî re civiya

Wezîrê şer yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Hewlêrê de, bi Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Şandeya ku di nav de Wezîrê Şer yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak jî di nav de, di çarçoveya peywendiyên xwe yên li Hewlêrê de bi Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.

Berdevkê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî têkildarî naveroka hevdîtina di navbera Wezîrê Şer yê dewleta Tirk Yaşar Guler û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî de ragihand ku di hevdîtinê de li ser çend mijarên di navbera herêm û dewleta Tirk de hatiye gotûbêjkirin.

Şandeya dewleta Tirk ya dagirker ku di nav de Wezîrê Şer yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak ev du rojin li Hewlêrê ye, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên şerxwaz de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, bi şandeya Eniya Tirkmen ya Iraqê, Wezîrê Karên Hindir yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re hevdîtin pêkanîn.

Yaşar Guler bi Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî re civiya

Back to top button