Artêşa Tirk gundên Şera û Şêrewa yên Efrînê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî topbaran kir.
Di encamê de leşkerek birîndar bû.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Tinibê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Di encamê de leşekerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di heman kêliyê de artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Di êrişa li Şehbayê de leşkerekî Şamê jiyana xwe ji dest da

Back to top button