Rewşa dawî ya çemê Firatê

Kêlî bi kêlî çemê Firatê ziwa dibe û ava wê ji aliyê Tirkiyê ve her kêm dibe.. Dîmenê niha hûn bibînin rewşa ku çem gihiştiyê eşkere dike û asta pirsgirêka heyî şîrove dike.

Ev e rewşa dawî ya çemê Firatê û encama kirin û sûcên Tirkiya qirker e.

Di dîmenê ku ji aliyê ajansa nûçeyan HAWAR ve hatiye kişandin, asta kêmbûna ava çem diyar dibe; ku çi qasî çem ziwa bûye û li ber tunebûnê ve diçe.

Tevî hemû bangên Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûrî û yên ji herêmê tevî, gavek tenê jî ji aliyê civaka navnetewyî ve nehatiye avêtin û ev jî bûye sedema sereke ya domandina vî sûcî..

Av roj bi roj kêm dibe û encamên wê hêdî hêdî derdikevin ku herêm ji niha de di aliyê kehrebe, ava çandinî û ya vexwarinê de zehmetiyên mezin dikişîne..

Back to top button