Misir: Çeteyên Tirkiyê yên li Lîbyayê, gefê li ewlekariya me dixwin

Misirê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk ên li Lîbyayê weke gefekê ser ewlehiya netewî ya Misirê ye û li hember vê jî wê bê bersiv nemînin.

Parlamana Lîbyayê û aliyên Erebî û navdewletî jî piştevaniya xwe ji helwesta Misirê re nîşan dan.

Ji ber rewşa Lîbyayê, Komara Erebî sibe civîneke warate lidar dixe.

 

Serokomarê Misirê Ebudulfeta El-Sîsî duh di gereke xwe ya li ser sînorên Misirî-Lîbî de ji leşkerên xwere axivî.

El Sîsî teqez kir ku destwerdana Misrê di xaka Lîbyayê de êdî rawa ye û amadekariyên Misrê ji bo şerekê bûye pêwistiyek.

Îro jî Wezîrê Derve yê Misirê, Samih Şikrî, diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk li Lîbyayê weke gefekê ser ewlehiya netewî ya Misirê ye û li hember vê jî wê bê bersiv nemînin.

Samih Şikrî got:

“Hewildanên bidawîkirina şerê li Lîbyayê bi rêbaza leşkerî wê sernekeve.

Em bi çareseriya siyasî re ne û ji bo têkbirina komên teror û pêkanîna agirbestê piştgriyeke Erebî ji bo Lîbyayê pêwîst e.

Parlamana Lîbyayê: Em spasiya helwestên Misirê dikin

Ji aliyê xwe ve Serokê Parlamana Lîbyayê Eqîle Salih li ser helwesta wî ya dijberî destwerdanên Tirkiyê di Lîbyayê despasiya serokomarê Misirê kir.

Aliyên Erebî û navdewletî piştevaniya xwe ji helwesta Misirê re nîşan dan

Aliyên Erebî û navdewleltî jî piştiriya xwe ji bo hewildanên Misirê ya çareseriya li Lîbyayê destnîşan kirin.

Wezareta Derve ya Siûdiyê teqez kir ku ewlehiya Misirê parçeyeî ewlehiya Siûdiyê ye û piştgiriya xwe bi mafê Misirê di parastina sînorên xwe yên rojavayî de ragihand.

Wezareta Derve ya Îmaratê jî girîngî da ”Insiyatîfa Qahîra” ya ji bo çereserkirina aloziya li Lîbyayê û teqez kir ku ew destekê didin Misirê ku ji mafê wê ye parastina ewlehiya xwe bike.

Di heman demê de, Behrênê jî piştgirî da daxuyaniya Sîsî.

Her wiha Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku daxuyaniya Sîsî teqeziyê li ser girîngiya rawestandina şerê li Lîbyayê dike.

Komara Erebî ragihand ku wê sibe civîna awarte li dar bikeve

Beriya du rojan jî, Misir daxwaz ji Komkara Erebî kiribû ku ser rewşa Lîbyayê civînekê awarte li dar bixe.

Îro jî Komara Erebî ragihand ku wê sibe civîna awarte li ser asta wezîrên derve li dar bixe.

Ji aliyeke din ev cara duyemîne ku serokê Hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanî ya Lîbî Fayîz El-Serac serdana Cezayîrê dike û dest vala vedigere.

Serokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebûn di hevdîtina bi Serac re teqez kir ku bi ti awayî çi destwerdaneke leşkerî biyanî di xaka Lîbyayê de qebûl nakin û li ser çareseriya siyasî li welêt destnîşan kir.

Back to top button
Close
Close