Rûsya: Keştiyên ji Derya Reş biçin Ukrayna wê bibin hedef

Rûsyayê diyar kir ku ji îşev nîvê şevê û pê ve hemû keştiyên ku di ser Derya Reş re ber bi Ukraynayê ve diçin wê bibin armanca êrişan.
Ukraynayê ji bo dewriyeyên navneteweyî yên li Derya Reş bang kiribû.
Hemwextî girtina korîdora genim li cihanê nirxê genim ji sedî 8 bilind bû.

Rûsyayê diyar kir ku piştî aloziya li ser Peymana Korîdora Genimê, ew ê keştiyên barhilgir ên ku ber bi Ukraynayê ve diçin wekî hedefeke leşkerî bihesibînin.

Wezareta Parastinê ya Rûsya bi daxuyaniyekê wiha got:

“Ji 20’ê Tîrmehê saet 00.00an pê va, hemû eştiyên ku di ser Derya Reş re ber bi Ukraynayê ve diçin wê weke xeteriyeke leşkerî bêne hesibandin. Dewletên ala xwe li ser van keştiyan bilnd dikin jî wê weke alîyekî şerê Ukraynayê bên qebûlkirin.”

Wezaretê deryayên herêmî yên navneteweyî yên li herêmên bakur-rojhilat û başûrrojhilatê Behra Reş ji bo seferan “demkî xeternak” ragihand.

Rûsyayê roja Duşemê Peymana Korîdora Genim a ku di Tîrmeha sala borî de bi navbeynkariya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) li Stenbolê hatibû îmzekirin, bi hinceta ku sozên wê yên li hemberî Rûsyayê pêk neanîn, rawestand.

Ukrayna banga dewriyeyên navneteweyî yên li Derya Reş dike

Li aliyê din Ukrayna îşarete bi wê yekê kir ku eger Tirkiye rê bide derbasbûna ji tengavê, wê peyman bêyî Rûsyayê bidome û bang li welatên li peravên Deryaya Reş jî kir ku ewlehiya keştiyên veguheêz biparêzin.

Li aliyê din Rûsya, Ukraynayê bi karanîna korîdorê di armancên leşkerî de sûcdar dike.

Şêwirmendê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Mihail Podolyak doh eşkerekir ku wan dawaza damezirandina dewriyeeke leşkerî li welatên herêmê kiriye.

Rûsya korîdora genim girt: Nirxê genim ji sedî 8 bilind bû

Bi aloziya korîdorê re, di bazarên giştî de nirxê genim careke din zêde bû.

Hat ragihandin ku piştî gefên Rûsya û vekişîna wê ji korîdorê nirxê genim ji sedî 8 zêde bûye.

Tê pêşdîtin ku Ewropa ya Ukrayna weke baxçeyê pişt malê dibîne, bi girtina korîdorê re wê zehmetiyan bibîne.

YE: Rûsya ji krîzek mezin a genim berpirsyar e

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YE Borrell bertek nîşanî Rûsyayê da û got:

Rêveberiya Moskowê ji krîzeke mezin a peydakirina xurekê ya cîhanê berpirsyar e.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Ukraynayê dane, di êrîşên Rûsyayê yên li ser Odessa pêk anîn de, derdora 60 hezar ton genim ziyan ditiye.

Beriya niha NY ragihandibû ku vekirina korîdora genim li seranserê cîhanê ji sedî 20’ê nirxê xwarinê kêm dike.

Rûsya bajarê Odessa yê Ukrayna jihev xist

Back to top button