TIRKIYE BI DARÊ ZORÊ KOÇBERÊN SÛRÎ DERSÎNOR DIKE

Roj bi roj zext û kirinên derqanûnî yên dewleta Tirk li dijî Koçberên Sûrî ku Li Tirkiyê dimînin zêde dibin.
Rojnameya The Guardian der barê van kirinan de hişyarî da û diyar kir ku pilanên dersînorkirina Sûriyan ji Tirkiyê bi awayekî komî dibe ku pêk werin.

Rojnameyê bi sernavê ” Metirsiyên dersînorkirina Sûriyan ji Tirkiye û Lubnanê bi awayekî komî” raporek weşand.

Rojnameyê di rapora xwe de diyar kir ku li dewletên cîranên Sûriyê, nemaze li Tirkiyê bi sedan sûrî tên girtin û bi zorê tên dersînorkirin.

Rojnameyê metirsiya xwe ji derrsînorkirina komî ya koçberên Sûrî anî ziman û got:

Li Stenbolê û di hefteya borî de bêhtirî 1000 koçberên Sûrî ji aliyê hikumeta Tikriyê ve hatine binçavkirin û bi darê zorê kaxezên bi navê ”Vegera bi reza xwe” bi wan tên îmzekirin.

HUMAN RIGHTS WATCH:
KIRINÊN TIRKIYE LI DIJÎ KOÇBERÊN SÛRÎ DER-QANÛNÎ NE

Rêxistina Human Rights Watch jî ji aliyê xwe ve beriya du rojan ragihand ku dewleta Tirk koçberên Sûrî dike zindanan da ku bi zorê wan vegerîne Sûriyê.

Rêxistinê ev kirin bi der-qanûnî bi nav kir.

Hêjayî gotinê ku dewleta Tirk heta 20 meha bê weke muhle daye Sûriyên ku li Stenbolê dimînin da ku Stembol terk bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button