Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa duh şev a li Şengalê de tenê 4 şervanên wan birîndar bûne.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê li ser êrîşa duh şev a li Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
YBŞ’ê diyar kir ku di êrîşa duh şev a li Şengalê de tenê 4 şervanên wan birîndar bûne.
YBŞ’ê got ku bi van êrîşan dixwazin Şengalê vala bikin û pêşiya gelê me yên ku vedigerin Şengalê bigrin û demografiya heremê bigûhere.
YBŞ di daxuyaniya xwe de anî ziman ku dewleta faşîst a Tirkiye ti carî nikaribe xeyalên xwe yên emperyalîst û metînger pêk bîne. Ji ber ku YBŞ hêza fedaî ya gelê Êzidî ye.
YBŞ di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha diyar kir:
“Heya niha gelek êrîş li ser gelê me û hêzên me çêbûn.Bi van êrîşan xwestin hêza me tûne bikin. Rûxmê vê yekê em her roj mezin bûn û em bûn hêzekî profesyonel.”
YBŞ got ku çawa li dijî çeteyên DAIŞ’ê sekinîn, wê ji vir û şûnde jî li hember hemû êrîşan bisekinin û berxwadaniya xwe mezin bikin.
YBŞ bang li gelê Êzîdî ji Şengalê heta Şêxan, ji Ewropa heta Rûsya kir ku her qadê bikin qada berxwedanê.