29 rewşenbîrên Ereb li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn

29 akademisyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb û 34 kesayetên Başûrê Kurdistanê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

29 akademisyen, rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyeke hevbeş da.

Daxuyanî bi sernavê “Berxwedana gelê Kurd û gerîla dê hişmendiya turan a Erdogan têk bibe” hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagiker di çend rojên derbasbûyî de êrişên xwe li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînan zêde kiriye.

Ev yek tê wateya ku PDK’ê rê dide êrişan û piştgirî dide.

Eger PDK’ê vê qebûl neke, Tirkiyê nikare êrişî gerîla bike.

Di dawiyê de bang li gelên herêmê, rewşenbîr û siyasetmedaran hat kirin ku dengê xwe li dijî dagirkeriya Tirk bilind bikin.

34 kesayetên Başûrê Kurdistanê: Divê gelê Kurd û aliyên siyasî helwestê nîşan bidin

Bi heman armancê 34 kesayat, nivîskar, rojnameger û akademîsyenên Başûrê Kurdistanê jî daxuyaniyek hevpar dan û êriş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Ev operasyona Tirkiyê binpêkirina serweriya xaka Kurdistan û Iraqê û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Divê gelê Kurdistanê û aliyên siyasî helwestê nîşan bidin.”

Back to top button