Li Kurêjaro ya bi ser Zapê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li leşkerên Tirk yên dagirker xistin ku dixwestin li herêma Kurêjaro ya Zapê bi cih bibin. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ku bi piştgiriya PDK’ê li başûrê Kurdistanê êrişeke nû ya dagirkeriyê daye destpêkirin, dixwaze li navçeya Şêladize ya di bin kontrola PDK’ê de li herêma Kurêjaro bi cih bibe.

Gerîlayan li dagirkerên ku dixwestin li girê Şehîd Şemdîn bi cih bibin, xist.

Di encama çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Hat ragihandin hewldana artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Kurêjaro didome.

Back to top button